ENKS û şanda Brîtanî li Qamişlo civiyan

.

Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, pêşwazîya şandeke Brîtanî kir û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê hatin gotûbêj kirin.

Li gorî duxayaniya Ragihandina ENKSê, Desteya Serokatiya ENKSê doh 15ê Nîsanê  li bajarê Qamişlo pêşwazî li şandeke Brîtanî kir û hejmarek mijar ligel hev gotûbêj kirin.

Hate diyarkirin, ev serdan di çarçoveya hewlên ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê de hatiye kirin û tê de geşedanên dawî yên li ser qada Sûriyeyê bi giştî û qada kurdî bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

ENKSê da xuyakirin, “Di civînê de behsa girîngiya diyaloga kurdî – kurdî û avakirina şandeke hevbeş ji bo nûneratiya gelê kurd di diyaloga ligel desthilatên nû yên Şamê de, hat kirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, “Şanda Brîtanî rola ENKSê û têkoşîna wê ya berdewam ji bo bidestxistina daxwazên gelê kurd li Sûriyeyê bilind nirxand.”

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê