ENKS, Rêxistina Asûrî û Desteya Tensîq civiyan

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Heyet El Tensîq a Sûriyê civiyan û hersê alî li ser rêkeftina dawiyê nêzîk bûne.

Ji bo lihevkirin li ser pirsên siyasî û zêdekirina hemahengiyê, şandên ENKSê, Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Heyet El Tensîq a Sûriyê li paytexta Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan.

Ev ne yekem civîna wan aliyan e, dawiya sala borî hersê alî li Hewlêrê civiya bûn, di civînên vê carê de nûnerên Heyet El Tensîq a Sûriyê bi online beşdar bûn.

ENKS û Rêxistina Asûrî di nav îtîlafa opozisyona Sûriyê de ne, Heyet Tensîq jî beşek ji opozisyona hunder ya Sûriyê ye ku weke opozisyona nêzêkî Hikûmeta Sûriyê tê naskirin.

Li gorî zanyariyan hersê alî li ser rêkeftina dawiyê nêzîk bûne.

Serkirdeyê Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê Hewas Egîd ku di wê civînê de amade bû li studioya bû mêvana bulteba taybet a bi Rojavayê Kurdistanê ku Dilbixwîn Dara pêşkeş dike û behsa civînê kir.

Hewas Egîd diyar kir ku wan behsa mijarên têkildarî çareseriya siyasî ji bo rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Hewas Egîd da zanîn ku danûstandinên wan bi aliyên cuda re berdewam in û got: “Em dixwazin bi hemû pêkhateyên Sûriyê re bicivin.”

Egîd tekez kir ku hikûmeta Sûriyê ber bi çareseriya siyasî ve ti gavan navêje.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle