ENKS: PYD ji girtina deriyê sînorî berpirs e

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, PYD ji girtina deriyê sînorî yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê berpirs e.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, PYD ji girtina deriyê sînorî yê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê berpirs e.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, PYD deriyê sînorî Sêmalka ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û berûvajî berjewendiyên gel bi kar tîne û ew di ber girtina vî dergehî de berpirs e.

ENKS daxwaz ji Amerîka û aliyên peywendîdar kir ku bi erk û berpirsyaretiya xwe di vê derbarê de rabin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de behsa vegera Sûriyê bo nava Komkara Erebî û asayîkirina pêwendiyan kir û ragihand, biryara dewletên Erebî wê bihêle ku rêjîm astengiyan li pêş hewlên siyasî bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 zêde bike.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tekez kir, bi tenê biryarên navdewletî krîza Sûriyê çareser dike.

ENKSê destnîşan kir jî, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û federal, divê di destûreke nû de ku azadiyên bingehîn û demokrasiya hemûyan garantî bike û mafên netewî yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê nas bike.

Di civînê de ENKSê rewşa Efrînê nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê û Hikûmeta Demkî pabendî sozên xwe yên derbarê komkujiya Cendirêsê di şeva Newrozê de bibin, tawanbar werin cezakirin û bandorên wê werin çareserkirin û çekdar ji deverên niştecihbûnê bên derxistin, û şert û mercên ewle ji bo vegera koçberan bo malên xwe werin peydakirin.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’