ENKS: PYD gefan li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwe 13 demjimêr berê

.

 Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku dezgehên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve gefan li malbatên Pêşmergeyên Roj dixwin.

Di daxuyaniyekê de, Sekretariya Giştî ya ENKSê dibêje, ku “grûpên emnî yên ser bi PYDê ve malbatên Pêşmergeyên Roj vedixwînin û gefa kuştinê li wan dikin” eger zarokên xwe yên pêşmerge neçar nekin ku dev ji rêzên wê hêzê berdin û koçberî Ewropayê bibin.

Li gorî daxuyaniya ENKS, grûpên PYDê ji malbatên pêşmergeyan re dibêjin ku “Ciwanên Şoreşgêr dê malên we bişewitînin.”

ENKS daxwaz li Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê kir ku erkê xwe yê garantoriyê pêk bînin û rê li wan kiryaran bigirin, herwiha rê li pêşiya vegera danûstandinên herdu aliyan jî xweş bikin.

Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê jî îşev di Bultena Rojava ya Rûdaw TV de ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve hat pêşkêşkirin, heman tişt dubare kir û got, PYDê gef li malbatên Pêşmergeyên Roj xwarine.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn