ENKS li ser girtina endamên xwe û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê civiya

.

Dîwana Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro 24ê Hezîranê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de, girtina endamên ENKSê û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê tê gotûbêjkirin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif ji medya Kurdistanê re got: “Civîna Serkirdayetiya ENKSê di demekê de ye ku êrîşeke mezin ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve li ser ENKSê heye ku heta îro 15 endamên ENKSê hatine girtin û em çarenivîsa wan nizanin. Herwiha ofîsên ENKSê tên şewitandin û di ragihandinê de dijayetiya ENKSê tê kirin.”

Herwiha Yûsif diyar kir, di civîna ENKSê de rewşa rewşa kurdan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî tê gotûbêjkirin û raporên ku ji wan herêman hatine dê bêne xwendin da ku nirxandin û tiştê pêwsît derbarê wan de bikin.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê