ENKS li gel balyozên nû û berê yên Amerîkayê civiya

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê diyar kir, aliyê Amerîkî tekeziyê li ser çareserkirina nakokiyên ENKS - PYNKê dike.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de destnîşan kir, do 17/12/2021ê şandeke serokatiya ENKSê bi awayê “Online” bi balyozê berê David Brownstein û balyozê nû Matthew Burral re civiya.

ENKSê eşkere kir: “Aliyê Amerîkî tekezî li ser rola girîng a ENKSê di proseya siyasî û rewşa giştî ya Sûriyê kir û piştgiriya welatê xwe ji diyaloga Kurdî – Kurdî û pêwîstiya çareserkirina nakokiyên di navbera wan de nîşan da.”

Di daxuyaniyê de hat zanîn: “Di civînê de rewşa herêmên Kurdî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî û rêyên alîkariya gelê Sûriyê hatin guftûgokirin.”

Herwiha ENKSê jî di civînê de tekezî li giringiya danûsatndinên Kurdî, gihîştina bi rêkeftinekê yekhelwestiya Kurdî û bicihkirina aramiyê li herêmê kir.

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Ji bo derbaskirina astengiyên heyî, tekezî li ser berdewamiya danûstandin û hevdîtinan hate kirin.”

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir