ENKS kuştina endamekî xwe bi tundî şermezar dike û HSDê berpirs dibîne

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek li ser kuştina Ismaîl Fetah belav kir, herwesa HSDê berpirs dibîne.

ENKSê got, di 16ê vê mehê de malbata Ismaîl Fetah ragihand ku ew li devera Çil Axa ya Dêrikê wenda bûye, piştî lêpirsînê diyar bû ku li ba Rêveberiya PYDê girtî ye, malbata wî û şêniyên deverê bi nûçeya dîtina termê Ismaîl li gundewarê Tirbespiyê şeva 19ê mehê matmayî man ku, ji aliyê heman hêzên ewlekariyê ve hat ragihandin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) kuştina Ismaîl Fetah ê endamê Emîndariya Giştî bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbat, kesûkarên wî û endamên xwe re xwest.

ENKSê amaje jî da, kiryarên weha û kuştina xebatkar Ismaîl, ê ku bi dilsozî xizmeta gelê xwe kiriye, di van demên hestiyar de bizavên avakirina baweriyê û yekrêziya Kurdî ji nav dibin.

ENKS HSD û hêzên ewlekariyê yên bi ser PYDê ve berpirs dibîne û daxwaza diyarkirina hûrguliyên tawanê ji raya giştî re û dadgehkirin û sizakirina tawanbaran dike.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle