ENKS: Ji bo vegera Kurdên Rojava nexşerêyek tê amadekirin

.

 Şandeke Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) li gel rêveberiya kampên Hewlêrê yên penaberên Rojavayê Kurdistanê civiya ku rewş û astengiyên li pêş penaberan gotûbêj kirin. 

Serokê şanda ENKSê Cedan Elî ragihand ku ew kar li ser nexşeriyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberên li kampên Herêma Kurdistanê dikin, ji ber ku êdî alîkariyên navdewletî bo wan nayên kirin.

Vegera Kurdan a bo Rojava pir kêm e

Elî bibîr xist ku ew niha li ser nexşerêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan dixebitin û da zanîn, “Em ê hêsankariyê ji penaberan re pêşkêş bikin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li gorî karîna xwe alîkariyan pêşkêş bike, ji ber ku niha rêxistinên navdewletî nemane.”

Li ser vegera penaberan jî Cedan Elî got, veger heye, lê ji aliyê welatiyên Ereb ve ye, lê ya Kurdan tune ye, eger hebe jî gelekî kêm e ji ber ku hîn hemû deverên Rojavayê Kurdistanê ne aram e.

31 hezar Kurdên Rojava li Kampên Hewlêrê ne

Rêvebirê Kampên penaberan li Hewlêrê Nîzar Salih jî ragihand, wan gotûbêj derbarê çareserkirina astengiyên li pêş penaberan kiriye û diyar kir, niha 31 hezar penaber li 4 kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hene. 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin