ENKS: Hinek nûçeyên nerast derbarê me hatin belavkirin

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku hin rûpelên medyaya civakî û nûçegihanan derbarê helwesta wan a li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî agahiyên nerast belav kirine.

ENKSyê daxuyaniyek derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî belav kir.

Di daxuyaniya xwe de ENKSyê bêyî ku nav bide, amaje bi wê yekê kir ku hinek rûpelên medyaya civakî û nûçegihanan derbarê helwesta wan a li ser Diyaloga Kurdî-Kurdî agahiyên şaş belav kirine.

ENKSyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:

“1-Zanyariyên ku ji aliyê hin malperan û nûçegihan ve hatine belavkirin ne rast in û helwesta ENKSyê nîşanda nadin.

2-ENKS avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdan wekî bijardeyeke stratejîk dibîne û li gorî mafên gelê me û doza netewî kar li ser wê yekê dike.  Her wiha pêşhateyên qonaxa niha û berpirsyariyên piştî hilweşandina rêjîma zordar jî li ber çavan digire.

3-Karê ENKS ji bo yekhelwêstiya Kurdan ti carî bandor li karê wê di nav Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyeyê û bi aliyên niştîmanî yên Sûrriyeyê re nake, karê ENKS di çarçoveya bicihkirina hêviyên gelê Sûriyeyê bi hemû pêhkateyan de ye, tê de mafên gelê Kurd li Sûriyeyê parastî bin.

Em ji hemû kesan dixwazin ku hûrgilî binêrin û agahiyên derbarê ENKSyê ji berdevk û serokatiya wê ya wergirin.

Her wiha em bangî hemû kesan dikin ku xwe ji belavkirin û veguhastina nûçeyên şaş dûr bixin ku ku armanca wan tevlihevkirin û zererdan in.”

Kurdistan Haberleri

Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin
Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne
PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e