ENKS: Hêzên ser bi PYDê ve binkeya me şewitandin

.

Binkeya Dirbêsiyê ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hat şewitandin. ENKSê ragihand ku Ciwanên Şoreşger ên ser bi PYDê ve binkeya wan şewitandiye.

Ji malpera ENKSê ve hat ragihandin ku deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ya li Dirbêsiyê hatiye şikandin û bi molotofan hatiye şewitandin.

Li gorî agahiyên dawîn ên ENKSê, ev ne cara yekemîn e ku ofîs û partiyên wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên ser bi PYDê ve tên şewitandin. Rayedarên ENKSê radighandin ku HSD ji van kiryarên xirab berpirsiyar e.

Hat ragihandin ku êrîş bi armanca sistkirina pêwendî û dan û stendinên navbera Kurdan a xwe bixwe ya li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle