ENKS: Grûpekê êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî li Hesekê kir

.

ENKS: Binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên ser bi (PYD) ve li dijî ENKSê û alîgirên wê berdewam in.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve êrîşî ser nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanî li Hesekê kir û derî û kelûpelên wê şikandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di berdewamiya binpêkirinên hêzên ewlehiyê yên ser bi (PYD) ve li dijî ENKSê û alîgirên wê, grûpeke çekdaran Şeva 3/12/2021ê êrîşî Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê kir.”

Sekreteriya ENKSê diyar kir, wê grûpê derî û penceriyên nivîsgehê şikandin û hewl dan agir pêxînin, lê ji ber ku xelkê destêwerdan kir, agir nehat vêxistin.

ENKSê destnîşan kir: Hîn jî endam û alîgirên ENKSê ji aliyê van grûpan rastî lêdan û revandin û malbatên Pêşmergeyên Roj rastî gefên kuştin û koçkirinê tên. Herwiha rêxistina Ciwanên Şoreşger jî hîn bi kiryarên revandin û biçekkirina zarokan berdewam e.

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje: Em van kiryarên tirsandinê yên ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, ziyanê digihîne doza wî û pencereya danûstandinên rawestayî yên di navbera (ENKS-PYNK) de digire, bi tundî şermezar dikin.

Herwiha ENKS berpirsatiya cezanekirina encamderên van kiryaran dixe stûyê Fermandariya HSDê û bang li Amerîkî û rêxistinên yasayî û mirovî dike, bi erkên xwe rabin û rê li ber van kiryar û binpêkirinan bigirin.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir