ENKS êrîşa li Parîsê şermezar kir

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin, şermezar kir û bang li revenda Kurd kir ku xwe bigirin, nekevin nav karvedanên bi hêrs û wêneya Kurdan reş nekin.

Duhê 23ê Berfanbara 2022yan, kesekî temen 69 salî li Parîsa paytexta Fransayê bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di encamê de 3 Kurd hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Di wê derbarê de Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “ENKS tevî şermezarkirina vê tawana hovane, daxwaz ji revenda Kurdî jî dike ku xwe bigrin û nekevin nav karvedanên bi hêrs yên ku xizmeta dijminên Kurdan dikin, ku tê armanckirin ku Kurd wêneya Kurdan û pabendbûna wan bi nirxên azadî û demokrasî û yasayên welatên ku lê dijîn reş bikin.

Her wiha ENKSê bangî revenda Kurdî jî kir ku ji bo ku li welatê sirgûnê bixebitin û bala cîhanê bikşînin ser trajediyên kurdan.

ENKSê di dexuyaniya xwe de got: “Di dema de ku ENKS daxwaza eşkerekirina rewşa vê tawanê dike, ew di wê baweriyê de ye ku Fransa ji vê yekê dudilî nabe û dê tawanbaran derxe pêşberî dadgehê.”

K24

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin