ENKS: Êrîş û zextên li ser Kurdistanê, nikarin vîna gel û serkirdayetiya wê têk bibin

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa berbanga îro ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, “Êrîşên bi vî rengî û zextên li ser Kurdistanê, nikarin vîna gel û serkirdayetiya Kurdistanê têk bibin.”

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Îro danê sibê 13ê Adara 2022, bajarê Hewlerê Paytexta Herêma Kurdistanê careke din rastî êrişa mûşekî hat û taxên sivîlan, di nav wan de baregeha televizyona Kurdistan24 û herwiha Konsulxaneya Amerîka ya li wê derê hatin armanckirin.”.

ENKS di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Ev armancgirtina tirsonek ji Herêma Kurdistanê re bi behaneyên derewîn, ne tenê ewlehî û aramiya Kurdistanê dike armanc, lê belê Iraqê bi giştî jî dike armanc, ji bo têkbirina hewlên derxistina Iraqê ji tevliheviyê û têkbirina rola çalak û erênî ya serkirdayetiya Herêmê di serxistina piroseya siyasî ya wê de ye.”

Herwiha ENKS tekez dike: “Êrîşên bi vî rengî û zextên li ser Kurdistanê, nikarin vîna gel û serkirdayetiya Kurdistanê têk bibin û wan ji rola wan a çalak a ji bo serxistina proseya siyasî nadin alî.”

ENKS ragihand, “ENKS di dema ku bi tundî vê êrîşa hovane şermezar dike, daxwazê ​​ji civaka navdewletî dike ku li kêleka Herêma Kurdistanê û gelê wê raweste û ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê li hember wan metirsiyan biparêze.”

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn