ENKS: Em tevlî merasîmên ragehandina Hikûmeta Sûriyeyê ya veguhêz nabin

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) helwesta xwe li ser tevlîbûna di merasîmên ragehandina Hikûmeta Sûriyeyê ya veguhêz de radigehîne û dibêje, “Serkirdetiya nû ya Sûriyeyê ji bo pêkanîna hikûmetê hevaheng nebû.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) bi rêya berdevkê xwe Feysel Yûsif helwesta xwe li ser tevlîbûna di merasîmên ragehandinê yên Hikûmeta Sûriyeyê ya veguhêz eşkere kir, ku biryar e sibe (Şemî, 29.03.2025) ji aliyê Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera ve bê ragehandin.

ENKSê ragehand, tevî ku nameya vexwandinê gehiştiye wan, lê ew tevlî wan merasîman nabin ji ber ku serkirdetiya nû ya Sûriyeyê ji bo pêkanîna wê hikûmetê hevaheng nebû û pê re neşêwiriye.

ENKSê herwesa got, “Hêzên siyasî yên Kurdî nûnerîtiya rastîn a gelê Kurd dikin û em bergirîkerên rastîn in, lê di berjewendiya me de nîne ku em tenê bîner bin û me rol di bicihanîna mafên Kurdan de nebe.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê herwesa got, “Em hêvîdar bûn ku birêveberiya Sûriyeyê ya nû giringî bi mafên Kurdan wekî neteweya herî mezin a duyê ya Sûriyeyê daba û itîraf bi mafên wê daba û tevlî avakirina welatî bûba.”

Encûmena navbirî ron jî kir, “Birêveberiya Sûriyeya nû li ser tevlîbûna her aliyekî din ê Kurdî û astê tevlîbûna nûnerîtiya Kurdan di wê hikûmetê de û dabînkirina pişk û mafên Kurdan tê de, çi danûstandin pê re nekirine.”

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin