ENKS: Em êrişên li ser merasima pîrozkirina roja Ala Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa ser merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û şewitandina nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê rawestînin.

Sekreteriya Gişî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku gelê me bi awayekî aştiyane û şaristanî li pêş nivîsgehên ENKSê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikir, grûpa Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê êrîşî xelkê sivîl kirin û li wan dan û hejmarek ji wan birîndar bûn, çalakvan Nîzamedîn Elîko ji ber giraniya birîna serê wî de, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê diyar kir jî: “Wê girûpa bê kontrol jî molotofek avêt baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê û bi temamî şewitand.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em van kiryarên tirsandinê yên bûne gef û metirsî li ser jiyana welatiyên me, bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku ev kiryarê dê me ji berevanîkirina li doza gelê Kurdî ne û naskirina mafên wî yên netewî di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh a kirîza Sûriyê de nade aliyekî.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê ENKSê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî gel rawestînin û hesab ji encamderên wan bipirsin.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin