ENKS: Du rojnamevanên me hatine girtin

.

ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku du rojnamavanên van ji aliyê hêzên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatine girtin.

ENKSê daxuyaniyek belav kir û got “çekdarên ser bi PYDê ve” 2 rojnamevên ku endamên PDK-S ne li Dêrik û Hesekê girtine.

Emîndariya Giştî ya ENKSê dibêje herdu rojnamevan Ehmed Sofî û Dara Ebdo ji aliyê hêzekê li Dêrik û Hesekê hatine girtin.

ENKS di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca girtinê veşartina zanyariyan e ji xelkê û veşartina şikestinên xwe yên siyasî û îdarî ye.

ENKSê herweha got, “grûpeke din a çekdar yên ser bi PYDê, şeva 19ê vê mehê otombîla endamê ENKSê Rêzan Mela li Dirêbêsiyê şewitandine.”

ENKSê daxwaz ji Amerîka û serkirdayetiya HSDê kir bi berpirsyaretiya xwe re bin û rê li ber binpêkirinan bêne girtin û kesên bi wan êrîşan rabûne werin cezakirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin