ENKS: Du çekdaran ala Kurdistanê ya li ser baregeha PDK-Sê li Girkê Legê şewitand

.

Du çekdaran ala Kurdistanê û diruşma PDK-Sê yên li ser baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê bilindkirî bûn, şewitandin.

Ragihandina ENKSê belav kir, şeva borî du kesên ku cilê leşkerî li wan bûn ala Kurdistanê û diruşma PDK-Sê ya li ser baregeha wê partiyê li bajarokê Girkê Legê bilindkirî bûn, şewitandin.

Ev ne cara yekem e ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hatine şewitandin. Berpirsên ENKSê jî hêzên çekdar ên ser bi Rêveberiya Xweser bi van kiryaran tometbar dikin.

Serkirdên ENKSê dibêjin jî, HSDê di van kiryarên xerab de berpirsyar in, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de tên kirin, ranebûne.

Kurdistan Haberleri

Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt
Koşka Spî ji Kongreyê re name şand: ‘Şerê bi Îranê re qediya’