ENKS: Divê Tirkiye bi dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike

.

Di rojevê de amadekariyên operasyona ser Rojava dewam dike û li ser mijarê ENKS ê daxwuyaniyekî da. Ji ENKS ê Abdullah Gedo ji bo operasyona Tirkiyê ya ser Rojava weha got:

“Operasyonên leşkerî dibe sedema ku xelkê sîvîl mexdûr bibe lewra divê Tirkiye pirsgirêkan di rêya dîplomasiyê de çareser bike. Amadekariya Tirkiyê ya ji bo operasyona ser Rojava ne beredayiye”

Endamê koalisyona siyasî ya muxalefetê û serokê heyeta Astanayê Ahmed Tohme li ser operasyonan ji bo Rûdawê weha got:

“Me li ser operasyonan heya niha bi Tirkiyê re hevdîtin nekiriye û ti agahî nedane me. Em di şoreşa Sûriyê de ji bo temamê pêkhateyên Sûriyê azadiyê dixwazin. Ji ber wê her kî dibe bila bibe, mirovên me ne. Eger em behsa pêkhateyên Kurd bikin, ew jî birayên me ne û pêwendiyên me yên bi wan re dîrokîne. Pirsgirêka me tenê bi Qendîlê û PYD re ye ya ku bi rejîmê re têkiliyên wan hene.

Me û ENKS xwest ku bi şertê bi rejîmê û Qendîlê re têkiliyên xwe bibirin, em lihev bikin lê qebûl nekirin. Em di derbarê operasyonên Tirkiyê yên ser Rojava tiştekî nizanin lê nîşanên wê hene.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle