ENKS: Divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyeke nenavendî de bên naskirin

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyeke nenavendî de bên naskirin.

ENKSyê piştî nemana desthilata Beşar Esed yekem civîna xwe ya giştî li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê ENKSyê di civînê de behsa avakirina Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nanevendî hat kirin.

“Divê mafên Kurdan bên naskirin”

ENKSyê tekez kir ku divê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyek nanevendî de bên naskirin.

ENKSyê her wiha xwest ku di destûra nû de mafên hemû Sûriyeyan hebin.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de tekezî li ser giringiya Diyaloga Kurdî-Kurdî hat kirin û hatin gotin:

“Girîng e herêmên Kurdan ji her destêwerdanekê li derve bêne parastin.

Nerîna me ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve rast bû ku me vexwendina Beşar Esed red kir û em tevlî mixalefetê bûn.”

“Pêwîst e bilez pêwendî bên danîn”

ENKSyê her wiha got:

“Pêwîst e bilez pêwendî bi desthilatdarên li Şamê re bê kirin. Divê em ji bo Sûriyeya dahatû ji Şamê re helwesta xwe eşkere bikin.”

Di civînê de her wiha tekezî li ser berdewamiya karên di nava desteyên mixalefeta Sûriyeyê de hat kirin.

Li bajarê Eqebê yê Urdinê duh têkildarî rewşa Sûriyeyê civîn hat lidarxistin.

Wezîrên karên derve yên dewletên wekî Urdin, Siûdî, Îraq, Libnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, Amerîka û Tirkiyeyê tevlî civînê bûn.

Kesên beşdarî civîna ENKSyê bûbûn biryarên ji civîna Urdinê derketine jî bilind nirxandin.

Spasiya Serok Barzanî hat kirin

Di civînê de spasiya Serok Mesûd Barzanî hat kirin ku ji destpêka krîza li Sûriyayê ve piştevaniya xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye û penaber pêşwazî kirine.

Kurdistan Haberleri

Donald Trump li ser hêzên Rojhilatê Kurdistanê çi got?
Tehran di bin bombebaraneke dijwar de ye: 24 saetên herî dijwar ên dîroka Îranê
Rapor: Herêma Kurdistanê naxwaze bibe beşek ji şerê li dijî Îranê
Tirkiyeyê vekişîna hêzên xwe ya ji Serê Kaniyê û Girê Spî red kir
Ehmed Hilalî: Beriya cejnê hemû koçberên Efrînê dê vegerin malên xwe