ENKS: Bila Amerîka tedbîrên pêwîst werbigire

.

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji Amerîka xwest ku zextê li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bike ji bo ku “dawî li binpêkirinan bîne” û rê were xweşkirin ji bo ku careke din diyaloga Kurdî-Kurdî dest pê bikez

Rêveberiya Giştî ya ENKS di daxuyaniyekê de dibêje, PYDê di binpêkirinên xwe de li dijî wan berdewam e û daxwazê ji Amerîka dike, tedbîrên pêwîst bistîne û keşûhewaya jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê peyda bike.

Di çend rojên borî de hejmareke ofîsên ENKSê û partiyên di nava wê de hatibûn şewitandin, derbarê vê yekê de  ENKSê dibêje: “PYD û dezgehên wê yên ewlekariyê, bi riya êrîşkirina li ser ENKSê û şewitandina ofîsên wê, sivikatîkirina bi al û sembolên Kurdistanê, birêkxistina meşên di bin sembol û diruşmên PKKê de, revandina zarokan û gefxwarina li malbatên Pêşmergeyên Roj, rewşeke girjî û tirsandinê di nava xelkê zêde dike.”

ENKS di daxuyaniya xwe de dibêje:

  • PYD û hêzên wê yên ewlekarî bi êrîşên li ser ENKS, dilgiranî û metirsiyê çêdike.
  • Hemû binpêkirinên PYD bi armanca jinavbirina hewla Amerîka ya ji bo rakirina astengiyan li pêşiya diyaloga Kurdî ye.
  • PYD ofîs û pîroziyên Kurdan dişewtîne, sivkatiyê bi sembolên Kurdan dike, zarokan direvîne, malbatên Pêşmergeyên Roj tehdîd dike, endamên ENKS bi tometên ne rast tometbar dike.
  • ENKS hemûn binpêkirinan şermezar dike û PYD di ber encaman de berpirs dibîne.
  • ENKS pabendî rêbaza niştîmanî û netewî ye ku rêzê li taybetmendiya gelê Kurd û doza wî li Sûriyê digire.
  • ENKS Bi her awahî hewl dide yekrêziya gelê Kurd biparêze.
  • ENKS ji hemû hêzên siyasî û civak dixwaze binpêkirinên PYD şermezar bikin
  • ENKS ji Amerîka dixwaze ku tedbîrên pêwîst werbigire û keşûhewaya jiyana siyasî û karê siyasî peyda bike.
  • ENKS tekez dike ku ev siyaset û kiryarên PYD xizmeta doza Kurdî nakin û berjewendiyên wê naparêzin.

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn