ENKS bang li Kurdên Heleb û Şehbayê kir: Li ciyê xwe bimînin û mafên xwe biparêzin

.

Konseya Netewî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser rewşa Kurda rawestiya ku çawa li Heleb û Şahbayê bi zorê ciyên wan diguhêrin û got:

“Temamê hewlên bi zorê ku cihên Kurda û demografiya wan biguhêrin, em red dikin. Divê xelkê me li ciyên xwe bimîne mafên xwe biparêzin.”

ENKS di daxwuyaniya xwe de balê kişand ser girîngiya parastina sîvîlên li bakûrê Sûriyê ku dikevin ber êrîşan û bibîr xist ku Heyet Tahrir eş-Şam û Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ku di rojên borî de hinek deverên Idlibê û Helebê xistibûn destê xwe.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku bi bahaneya ‘Koça bi Dil’, zorê didin ser Kurda da derbasî aliyê rojavayê Firatê ya di bin kontrola HSDê de bibin.

Di herêmê de bi zorê ciyên Kurda diguhêrin û demografiya deveran diguhêrin. Divê xelk li ciyê xwe bimîne û mafên xwe biparêze.

ENKSê bang li NY, YE, DYA, Fransa, Îngiltere, Almanya û Tirkiye kir ku parastina mafê xelkê sîvîl li Helebê û Şahbayê bikin û ji bo dagerin ciyên xwe, berpirsiyariyê bigrin ser xwe.

ENKS, ji temamê bûyeran û van felaketan rejîma Esad berpirs girt û ji Şamê xwest ku biryarên navdewletî bide ber çav û guh bide daxwazên xelkê.

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir