ENKS bang li civaka navdewletî dike alîkariyan bi mexdûrên erdhejê re bikin

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hikûmetên welatan dike ku bi hemû awayên alîkariyan pêşkêşî navçeyên ji ber erdhejê ziyan dîtine bikin.

Sekreteriya ENKSê îro 6ê Sibata 2023an di daxuyaniyekê de hevxemiya xwe kûr ligel mexdûrê erdheja ku îro berbanga li gelek bajar û bajarokên Tirkiyê û Sûriyê rû daye, nîşan da, sersaxî li malbatên qurbaniyên wê karesatê kir û başbûn ji birîndaran re xwast.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û hikûmetên welatan dike ku bi hemû awayên alîkariyê pêşkêşî navçeyên ziyanpêketî û welatiyên wan bikin, çi alîkariyên teknîkî bin ji bo rizgarkirina kesên di bin kavilan de mane û çi ji aliyê madî û lojîstîkî bin ji bo kesên ku ziyan dîtine.

Her wiha ENKSê daxwaz ji hemû welatiyan kir ku çi ji destê wan tê hevkariyê bi birayên xwe yên mexdûr bûne re bikin, ji bo kêmkirina bandorên karesatê li ser wan.

Îro danê sibê erdhejek bi hêza 7.7 pile li ser pîvera Richterê li parêzgeha Mereşê rû da, li Tirkiye, Bakur û Rojavayê Kurdistanê û çend parêzgehên Sûriyê gelak xanî hilweşiyan û hejmarek mezin ji welatiyan bûn qurbanî û hejmarek mezin welatiyên wan deveran bê cih û war mane.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle