ENKS amadekariya lidarxistina kongreya 4emîn dike

.

Hat ragihandin ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) amadekariyan dike ku di nav meh û nîvekê de kongreya xwe ya 4mîn li dar bixe.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji Rûdawê re ragihandiye ku ew amadekariyê dikin ku beriya meh û nîvekê kongreya çaremîn li dar bixin ku 3yemîn kongreya ENKSê 16ê Hezîrana 2015an Ii Qamişlo hatibû lidarxistin.

Feysel Yûsif gotiye: ew li gel aliyên eleqedar di peywendiyê de ne ji bo ku kongreya xwe li Qamişlo lidar bixin û daye xuyakirin, ji sala 2017ê ve ji aliyê “çekdarên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)” ve astengî li ber wan heye.

Yûsif got, “Ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê dê endam, kesên serbixwe û akademisyen beşdar bibin. Amadekarî berdewam in û ji bo vê yekê danûstandinên me berdewam in.”

Li ser nakokîyên navbera du partiyên nava ENKSê jî Yûsif diyar kir ku bi çareseriyke ku her du alî razî bûne, dawî li wê nakokiyê hatiye.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, li ser hebûna garantiyekê ji bo pêkanîna kongreyê jî da zanîn ku ew dê li ser bingeha garantiya berê ya Amerîka ku divê ENKS bi azadî karê xwe bike, kongreya xwe pêk bînin û diyar kir, ew amade ne di bin çavdêriya Amerîkayê de Diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin