Enis Berberoglu, Leyla Guven û Musa Farisogullari hatin desteserkirin

Roja pêncşemê 04.06.2020an herdu parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farisoglullari û parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu ku doh parlamenterîya wan hatibû hilweşandin, hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan - Serdogerîya Komarî ya Amedê, derbarê Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDPê yê Amedê Musa Farisoglullari û parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu de ku parlamenterîya wan hate hilweşandin biryara girtinê wan derxist.

Parlementerê HDPê yê Amedê Musa Farisogullari li Qereqola Pirinçlikê ya li ser rêya Amed-Rihayê ye hat desteserkin.

Berî ku Musa Farisogullari bibin Navenda Ewlekarîya Amedê, ew bo pişkinîna tendirustî birin nexweşxaneya leşkerî.

Leyla Guven jî li Amedê îşev ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkîyê ve hat desteserkirin.

Herdu parlementeran ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî aşkerekirin ku ew ji alîyê hêzên emnî ve hatine desteserkirin.

Parlementoya Tirkîyê îro parlementerîya her yek ji parlamenterê CHPê yê Stenbolê Enis Berberoglu û herdu parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglullari hilweşandibû û hersê kes ji endamîtîya parlamentoya Tirkîyê hatibûn derxistin.

 

Siyaset Haberleri

Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdî li ser pêyan e
Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir