Enflasyona fermî jî ji sedî 61ê bihuriye

.

Enflasyona xurekan ji sedî 70î derbas kiriye. Enflasyon herî zêde di beşa veguhastinê de bilind bûye ku rêjeya wê derketiye ji sedî 99,12ê. Ji krîza sala 2001ê heta niha asta enflasyonê ewqas bilind nebûbû.

Tirkiye nikare ji krîza giran a ekonomîk derbikeve. Li gorî daneyên ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK), enflasyona salê di meha Adarê de bûye 61,14. Enflasyona mehane jî bûye ji sedî 5,45. Enflasyon li gorî meha Kanûna Pêşiyê ji sedî 22,81 zêdetir bûye.

Enflasyon herî zede di veguhastinê de bilind bûye

Di Endeksa Bihayan a Serfkaran (TUFE) a salê de rêjeyan hemû beşên esasî bilind bûye. 9 beşên esasî li gorî 3 beşên esasî kêmtir bilind bûye. Li gorî van daneyan, di salê de herî hindik enflasyon di beşa ragihandinê de bilind bûye ku rêjeya wê ji sedî 15,08 e.

Li gorî sala derbasbûyî di beşa perwerdeyê de ji sedî 26,73, di beşa cil û bergan û pêlavan de ji sedî 26,95 û di beşa tenduristiyê de ji sedî 34,95 zêde bûye.

Beşên ku enflasyon gelekî zêde bûne jî ev in: Ji sedî 99,12 veguhastin, ji sedî 70,33 xurek û vexwariyên bêalkoll, ji sedî 69,26 jî kelûpelên malan.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike