Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, rûniştina çaverêkirî ya sibe ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê rûbirûyî asteng û nerazîbûnan bûye. Ev yek jî ji ber çêbûna cudahiyan di navbera endamên Fraksiyona YNKê û serkirdetiya partiya wan de li ser berbijarê posta parêzgar e.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê ragihand ku, endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yên li ser lîsteya YNKê ji biryara partiya xwe ya li ser berbijarê Eniya Tirkmenî ji bo posta parêzgarê Kerkûkê nerazî ne.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, her çar endamên YNKê yên di Encûmenê de, ligel endamê Fraksiyona Babilonê (ku kadrê YNKê ye), peyameke tund arasteyî serkirdetî û Serokê YNKê kiriye.
Wan ragihandiye ku, ew bi tu awayî amade nînin ku dengê xwe bi berbijarê niha yê Eniya Tirkmenî (Mihemed Seman Oxlû) bidin û daxwaza guhertina wî berbijarî dikin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li ser bizavên serkirdetiya YNKê ji bo razîkirina endamên wê got: "Serkirdetiya YNKê heta niha di bizavan de ye da ku wan endamên xwe razî bike ku deng bi berbijarê Eniya Tirkmenî bidin û pabendî lihevkirinê bin, lê heta niha tu nîşaneke razîbûna wan diyar nîne."
Ev pêşhat piştî wê yekê tê ku, Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî daxwaz ji Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê (ku ji partiya wî bi xwe ye) kiriye ku bernameya rûniştinê ji bo endaman bişîne. Li gorî zanyaran, lihevkirinek di navbera Helbûsî û YNKê de heye daku posta Parêzgarê Kerkûkê bidin pêkhateya Tirkmen.
Ev buyer jî di demkê de ne ku, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro (Çarşem, 15ê Nîsana 2026ê) nivîsareke bilez bi hejmara M/232 li ser civîna wê encûmenê belav kiriye û biryar e ew civîn saet 12:00 bê lidarxistin.
(K24)