Endamê Kongra Amerîkayê: Kurd îsbat kirin ku bi rastî dostên Amerîkayê ne

.

 Kongresmanê Amerîkî Robert Aderholt ragihand, ew dixwazin pêwendiyên wan ên ligel Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Robert Aderholt ji Kurdistan24ê re diyar kir, Kurdan îsbat kirine ku dostên rasteqîn ên Amerîkayê ne.

Aderholt destnîşan kir: “Kongresa Amerîkayê dixwaze pêwendiyên wê yên ligel Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Herwiha tekez kir, divê bi hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê dawî li DAIŞê bînin û dilniya bibin ku DAIŞê li navçeyê serî hilnede.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle