Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê topbarana Tirkiyê şermezar kir

.

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê topbarana Tirkiyê şermezar kir.

 Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê topbarana îro ya Zaxoyê de daxuyaniyel belav kir.

Daxuyaniya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê wiha ye:

Topbarankirina havîngeha Perexê ya li sînorê Derkar a li îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, em bi tundî şermezar dikin, ku mixabin bûye sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek welatiyên geştyar.

Em sersaxî li malbatên şehîdan dikin û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazin.

Di dema borî de, Herêma Kurdistanê çendîn car li navxwe û derveyî Iraqê, hatiye armanckirin û ziyanên giyanî û maddî gihîştine welatiyan. Divê hikûmeta federal û civaka navdewletî, bi awayekî aktîvtir, hewlên rêlibergirtina dubarebûnê û bidawîkirina van destdirêjiyan bidin.

Pevçûnên hêzên Tirkiyê û çekdarên PKKê jî li deverên sînorî yên Herêmê, bûne çavkaniya gef û metirsiya berdewam li ser welatiyên me, loma em careke din daxwaz dikin, Herêma Kurdistanê ji kêşe û milmilaniyên navçeyî were dûrxistin, da ku êdî welatiyên bêtawan nebin qurbanî.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê

20.07.2022

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin