Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê bi fermî Cejna Newrozê nas kir

.

Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê, bi piraniya dengan bi fermî Cejna Newrozê nas kir.

Encûmena Şaredariyê ya Washingtonê roja 1/3/2022an projebiryarek ku dihat daxwazkrin cejna Newrozê wek bûyereke “çandî û dîrokî” bê naskirin, bi piraniya dengan hat pesendkirin.

Encûmena Şaredariyê bi daxuyaniyekê diyar kir, Netewên Yekgirtî piştrast dike ku dîroka Newrozê 3 hezar sal in û salane ji aliyê zêdetir ji 300 milyon kesî ve li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.

Herwiha Şaredariya Washingtonê da zanîn, gelên ji hemû pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên wekî Xiristiyan, Misliman, Cihû, Behaî, Zerdeştî û hwd.

Di berdewamiya daxuyaniyê de eşkere kir: “Netewên Yekgirtî bi fermî Newroz weke mîrateyeke çandî ya mirovahiyê nas dike ku ji aliyê gelek mirovên li seranserê cîhanê ve rêz lê tê girtin û tê pîrozkirin.”

Di encama vê biryarê de, Encûmena Bajarê Washingtonê bi fermî Newroz wek cejneke dîrokî qebûl kir û ji niha û pê ve dê bikeve salnameya wê ya fermî.

K24

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike