Encûmena Parêzgeha Kerkûkê 3 qaymeqam tayîn kirin: Her sê jî Ereb in

.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê 3 qaymeqamên nû tayîn kirin û her sê jî Ereb in.

Her wiha dê qaymeqamek jî ji bo pişka Tirkmenan were tayînkirin.

4 navçeyên parêzgeha Kerkûkê ew jî wiha ne: Navenda Kerkûkê, Hewîce, Daqûq û Dubis.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro civiya.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Serweriya Sunneyan û Bereya Tirkmenan tevlî civînê nebûn.

Di civînê de 3 qaymeqam hatin hilbijartin ku her sê jî Ereb in.

Sadûn Hemîd wekî qaymeqamê Hewîceyê, Şêx Sîraceddîn Nazim wekî qaymeqamê Daqûqê û Adil Îshaq wekî qaymeqamê Dubisê hat tayînkirin.

Li gorî peymana pêkanîna îdareya parêzgariya Kerkûkê dê qaymeqamiya navçeya Navenda Kerkûkê jî ji Tirkmenan re be.

Di civîna îro de dengdan li ser posta qaymeqamiya navçeya Navenda Kerkûkê nehat kirin û biryar hat standin ku piştre dê civîn ji bo tayînkirina qaymeqamê navçeya Kerkûkê were kirin.

Bi wî awayî ti posteke qaymeqamiya Kerkûkê bi Kurdan nayê dayîn.

Li gorî peymana fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û fraksiyonên Ereb û Tirkmenan posta parêzgariyê dê ji bo YNKyê û postên qaymeqamiyê jî ji bo pêkhateyln din be.

10ê Tebaxa 2024an Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê Kerkûkê hatibû hilbijartin.

Piştî hilbijartinan bi 8 mehan parêzgar û Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hatibû hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in
Lêkolîn - Xizaniya herî zêde li Bakurê Kurdistanê ye