Encûmena Nûneran a Iraqê: Hejmara namzetan gihîşt 60 kesan

.

Biryardera Encûmena Nûneran a Iraqê Beyda Xizir ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û diyar kir, piştî cara duyem deriyê xwenamzedkirina ji bo Serokomarê Iraqê hat vekirin, hejmara namzetan gihîşt 60 kesan.

Li gor Xizir eşkere kir, navê namzetan wê di Komîteya Yasayî ya Encûmena Nûneran derbas bibe, pişt re komîta taybet wê pêdaçûnê tê de bike û paşê dê diçe Desteya Destpakiyê û ji wir ve wê ji bo Encûmena Bilind a Dadwerî werin hildan.

Herwiha di derbarê wê de jî, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) do Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji bo serokomariyê kir namzet.

Herî dawî Biryardera Encûmena Nûneran a Iraqê destnîşan kir, heta niha dema rûniştina Encûmena Nûneran ji bo hilbijartina Serokomar nehatiye diyarkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle