Encûmena Nûneran a Amerîkayê sînordarkirina firotina F16yan ji bo Tirkiyê qebûl kir

.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê sînordarkirina firotina firokeyên şer ên F-16an ji bo Tirkiyê, heta ku gavên berbiçav werin avêtin bi 244 dengan qebûl kir.

Endamê Partiya Demokrat Chris Pappas ê Encûmena Nûneran a Amerîkayê, ji ber fikarên ewlehiyê yên li ser hevpeymanê NATOyê, Yunanistanê du şert di pêşnûmeya sînordarkirina firotina firokeyên şer ên F-16an ji bo Tirkiyê hatibû zêdekirin.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi 244 dengan biryara Pallone/Pappasê ya ku firotina F-16an ji Tirkiyê ra qedexe dike qebûl kir, heke gavên berbiçav di binpêkirina qada hewayî ya Yunanistanê de neyên avêtin sînordarkirin dê berdewam be.

Di daxwaza guhertina duh de şertên "erêkirina Serokê Amerîkayê ku firotina F-16an ji bo Tirkiyê li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye" û "ji bo pêşîgirtina F-16an ji aliyê Tirkiyê ve di firînên li ser axa Yunanistanê de, gavên berbiçav bên avêtin" hatibûn zêde kirin.

Li aliyê din, li gorî guhertinê, heger Serokê Amerîkayê Joe Biden nîşan bide ku firotin ji bo ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê gelek girîng e û çekên Amerîkî li dijî welatên NATOyê neyên bikaranîn û tedbîrên taybet werin girtin, li gorî daxwaza guhertinê dê ev şert betal bibin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle