Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Tola 10 Pêşmerge û sê birayan hat standin

.

 Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand, di tolhildana 10 Pêşmerge û sê birayên ku sala borî li gundê Xidircîce ya Mexmûr a Başûrê Kurdistanê hat şehîdkirin de 2 çekdarên DAIŞê yên ku serkirdayetiya wê êrîşê kirine hatine kuştin.

Şeva Pêncşema 2ê Berfanbara 2021an çekdarên DAIŞê êrîşî gundê Xidircîce ya Mexmûrê kiribûn û di êrîşê de 10 Pêşmerge û 3 birayên bi navê Azad, Barzan û Nazim şehîd ketibûn.

Li gorî daxuyaniyeke Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, wan çekdaran xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Iraqê de xwe veşartibûn lê bi hemahengiya Hevpeymanan û hêzên Iraqî cihên wan hatine diyarkirin û du ji wan çekdaran hatin kuştin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, wan di êrîşa tolhildanê de Haçim Mihemed Reşîd Rebî El-Ishaqî û 3 çekdarên din ên ku yek ji wan serkirdeyê mifrezeyên DAIŞê Salih Mehmûd Etiye Cibûrî bû li Çiyayê Qereçoxê kuştine.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku kesekî din ê bi navê Q. Y. H. A. jî girtine ku ew li xwe mikur hatiye ku alîkariya lojîstîkî bo çekdarên DAIŞê kiriye.

Rudaw

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin