Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê koçberan de daxuyaniyek da

.

"Ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber kêşeya siyasî û azadiya kesî neçar nebûye koç bike." 

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li ser mijara koçberên ku niha li ser sînorê navbera Belarus û Polandayê asê mane, eşkere kir ku ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber kêşeya siyasî û azadiya kesî neçar nebûye koç bike.

Îro roja yekşemê 14Mijdara 2021ê, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku demek e diyardeya koçkirinê ji bo welatên rojava serî hildaye ku hinek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mafê penaberiyê berê xwe dane Belarusê ji bo bikaribin mafê penaberiyê li welatên rojava werbigirin.

Herwiha di berdewamiyê de hatiye gotin: “Beşek ji wan hemwelatiyan ji aliyê PKKê û komeke qaçaxçî û hindek kompanyayên geştiyariyê û hinek bazirganên siyasî hatine îstîxlalkirin. Bi bahaneya cûrbecûr bixine rû û tomet bibexşin bi Herêma Kurdistanê ji bo dosyeya xwe ya wergirtinê di wan welatan de bihêztir bikin.”

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin; Herêma Kurdistanê bûye pêgeheke aram ji bo pêkvejiyan û azadiya takekesî ji ber wê ye jimareyeke mezin ji xelkê biyanî û welatên derdor û herêmên din û Iraqê sûdê ji wê aramiya Herêma Kurdistanê wergirtine ji bo cihê nîştecîbûn û mayînê pena xwe anîne. Herwiha ji aliyê derfetan ve baştirkirina jiyanê li Herêma Kurdistanê di warê pêşdexistinê gavên baş avêtine û bûye cihê serdana xelkê derve yê herêm û derfeta bidestanîna derfeta kar a zortir rexsandiye û xelkê Herêma Kurdistanê sûdmend in ji wê pêşveçûnê.

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Ew hemwelatiyên niha li Belarusê asê mane pereyekî zêde xerc kirine û bi rêyeke yasayî û giştî ya yasayî sefer kirine ji bo gihiştina wî welatî û ji bo ji wî welatî jî biçin welatekî din. Herwiha ti kesek li Herêma Kurdistanê ji ber pirsgirêka siyasî û azadiya kesî neçar nebûye koç bike. Wan hemwelatiyan bi awayekî azadane geşt kirine ji bo welatekî din.”

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin