Encamên destpêkê yên hilbijartinên Kongreya Amerîkayê

.

 Li gor zanyariyên encamên destpêkê yên hilbijartinên nîvê yekem, ji bo her yek ji Encûmena Nûneran û Encûmena Pîran a Amerîkayê wiha ye:

Komarî xwedî 49 kursî ne li Encûmena Pîran

Demokrat xwedî 48 kursî ne li Encûmena Pîran

Li gor nûçeya K24ê ku zanyariyan dispêre peyamnêrê xwe yê li Washingtonê, Komariyan 203 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine, herwiha Demokratan jî 186 kursiyên Encûmena Nûneran bi dest xistine û cudakirina dengan ji bo hilbijartinên Kongresê berdewam e.

Herwaha li gor heman çavkaniyê, li hinek eyaletan Demokrat li pêş in û herwiha ew namzedên ku Trump piştgiriya wan dikir, dengê yekem bi dest xistine.

Herwaha hat ragehandin, ji ber rewşa aboriyê alîgirên Demokratan sizayê Joe Biden didin.

Cudakirina dengên hilbijartinên nîvê yekem ji bo Kongresa Amerîkayê berdewam e, li gor amaran, heta niha %82ê dengderan beşdar bûne. Komariyan 49 milyon û 170 deng bi dest xistine û %52.3 dengên wan hene, herwiha Demokratan nêzîkî 43 milyon deng bi dest xistine û %45.7 dengên wan hene.

Li Encûmena Senatoyê, Komariyan 49 kursî bi dest xistine û Demokratan jî 48 kursî bi dest xistine.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle