Emmanuel Macron: Kurd dikarin pişta xwe bi me qewîn bikin

.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji Rûdawê re got Fransa girîngiyê dide Kurdan û got, “Kurd dikarin pişta xwe bi me qewîn bikin.”

Emmanuel Macron piştî civîna Meclisa Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Serokkomarê Fransayê pirsa Rûdawê ya li ser bernameya nukleer a Îranê wiha bersivand:

“Gelekî spas. Derbarê bernameya nukleer a Îranê helwesteke me ya pir zelal heye.

Li Ewropayê lihevkirineke giştgir heye ku divê bername ji nû ve dest pê neke û divê rê li ber Îranê were girtin da ku çekên nukleer bi dest nexe.

Ji ber vê yekê min pêşî behsa bandora êrişê kir lê niha girîng e ku em ji nû ve dest bi rêbazên dîplomatîk û dan û standinan bikin da ku çarçoveyeke nû û her wiha çavdêriyeke nû ava bikin.

Ji ber vê yekê Saziya Navneteweyî ya Çavdêriya Atomê, merema min Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ye, pir girîng e ku Îran di çarçoveya Peymana Nebelavbûna Nukleer de bimîne.

Lewma li ser vê yekê lihevkirin û zelaliyeke bi tevahî heye û em dixwazin bi Amerîka û aliyên din û ajansên navneteweyî re pir nêzîk bixebitin.”

“Hûn dikarin pişta xwe bi me qewîn bikin”

Emmanuel Macron pirsa Rûdawê ya li ser Kurdan û Sûriyeyê jî bersivand û bal kişand ser pêkhateyan.

Wî amaje pê kir ku divê rêz li hemû pêkhateyan were girtin û got, “Kurd dikarin pişta xwe bi me qewîn bikin” û li pey çû:

“Derbarê rewşa li Sûriyeyê hinek ji erkên sereke yên ku me ji bo serokê nû yê Sûriyeyê re destnîşan kirine, bi taybetî rêzgirtina li hemû pêkhateyên civaka sivîl a Sûriyeyê ye.

Ez û hemû hevkarên min di teqezkirina li ser vê xalê de pir zelal bûn. Ji ber vê yekê ez bi serokê veguhêz re ji bo teqezkirina li ser vê herî dawî bi telefonê axivîm.

"Rewşa heyî nayê qebûlkirin"

Lê lîsteyeke me ya tiştên sereke heye ku di hefteyên dawî de ji bo rakirina cezayên me bûne sedem: Şerê li dijî Kaptagonê ku wê pêk aniye, zelalbûna di şerê li dijî DAIŞê û komên terorîst de ku ew li ser wê zelal e û em dixwazin ku ew bêhtir beşdarî Koalîsyonê bibe. Bi rêzgirtina ji hemû pêkhateyên civaka sivîl a Sûriyeyê, em bi eşkereyî hewce ne ku rewşê baştir bikin.

Rewşa heyî nayê qebûlkirin, nemaze piştî êrişên terorîstî û her weha li dijî hin kêmneteweyan û pêvajoyeke siyasî ji bo pêkanîna vê rojevê.

Ji ber vê yekê, em pir bi baldarî tevdigerin. Hûn girîngiya eşkere ya Komara Fransayê ya ji bo gelê Kurd li Îraq, Sûriyeyê û li her derê dizanin.

Em rewşê pir ji nêz ve dişopînin. Hûn dikarin pişta xwe bi me qewîn bikin. Gelekî spas birêzno.”

Kurdistan Haberleri

“Xirxalê Peyvan”, rexne û nirxandin - Qado Şêrîn *
Sûriye dixwaze tevlî peymana Îbrahîm bibe
35 hezar zarokên Ûkraynî wenda ne
Merz: Divê Îran vegere ser maseya danûstandinan
Reuters: Îsraîlê zêdetirî 40 zanyar û berpirsên payebilind ên Îranê kuştine