EMÊ BÎRA TE BIKIN, ZANYARÊ MEZIN!

.

 

Prîskê Mihoyî,

bajarê Îjêvskê (Rûsya)

Behsa mirina zanyarê mezin Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv mîna tîreke xedar îro dilê min hingavt. Demekê dikevî nava mitala û dêrî dibî, naxwezî bawer bikî, naxwezî wê behsê qebûl bikî, lê rastîya emir te mecûr dike, ku çerxa dinyayê usa dizvire: rojekê bende tê vê dinê û rojekê xatirê xwe dixweze û diçe dinya dinê… Û hêja tu ber xwe dikevî û dikewgirî: sed heyf, ne çax-mecalê wî yê mirinê bû!..

Doktorê fîlolojîzanîyê, profêsor, akadêmîserê Akadêmîya Komara Qazaxistanêye civakîyêye zanîstîyê; Serokê olka kurdên Komara Qazaxistanê Kinyazê Îbrahîm stûneke navendî ya konê çanda meye dewra Sovîyêta berê û dema nû bû. Ewî mîrateke zanîstîyê dewlemend li dû xwe hîşt: xudanê bêtirî 500 xebatan bû, di nav wan da 25 berhemên bingehîn, hîmdar û serokê dibistana Qazaxistanêye kurdzanîyê bû, usa jî xudanê kitêba dersan ya «Zimanê kurdî» û pirtûka yekemîn ya xwendin-mêtodîka zimanê kurdî bû piştî hilweşbûna Yekîtîya Sovîyêtê.

Di nava 50 salên karmendîya xwe da Kinyazê Îbrahîm temamîya hereketê xweyî efirandarîyê, şureta xwe, cêribandina jîyanêye dewlemend dîyarî xwendinê, zanîstîyê, çand û wêjeya kurdî kir.

Bi saya profêsîonalîzma bilind, emekê berbiçav di warê zanîstîyê û pêdagogîyê da ew di nava cîhana zanîstîyê ya wêjeya netewên Rojhilatê da mînanî şemdaneke geş bû, lê nava dorhêla heval û hogira da navê wî navekî hizkirî bû, birakî hêja, şîrhelal û xêrxwez, alîkar û comerd bû.

Kinyazê Îbrahîm dilê tu bendekî xwe nehîşt. Ew hizkirîyê teva bû. Herdem di nava civakê da bû, pirsgirêkên cihê-cihê safî dikir. Ew bûbû mîna pirakê di navbera olkên meye Sovîyêta berê û Kurdistanê da jî…

Sed mixabin, îdî emê wî zanyarî, hevalî û merdemêrî nebînin. Emê herdem bîra nûr û nedera wîye kaw, beşera wîye xweş, xemxurî û xerîbdostîya wî bikin…

Bila mikanê Kinyazê Îbrahîm li buhuştê şabe!

Bila serê malbeta wîye mezin, olka kurdaye Qazaxistanê û temamîya gelê me sax be!

Sed korayî!

Wêne di dema pîrozkirina 70 salîya Kinyazê Îbrahîm, li Almatîyê, li ber xanîyê Mala Gelan ya Qazaxistanê hatîye girtin.

Ji çepê: Têmûrê Xelîl, Kinyazê Îbrahîm, Prîskê Mihoyî.

Riataza

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da