"Em wekî PWKê xwe wekî aktorekî esasî yê xeta milî dibînin"

.

Alîkarê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay, derbarê pêvajoya nû de nirxandinên girîng kir û hişyariyek da derbarê bandora wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê.

Azbay di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pêvajoya heyî li gorî pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê dimeşe û ev yek bi xwe re metirsiyên girîng tîne. "Tirsa me ew e ku ev pêvajo li ser Rojavayê Kurdistanê encameke neyînî bi xwe re bîne," got.

Alîkarê Serokê  Giştî yê PWKê bal kişand ser rola partiya xwe û got: "Em wekî PWKê xwe wekî aktorekî esasî yê xeta milî dibînin." Herwiha wî daxwaz kir ku pêvajo bi awayekî zelal bimeşe û got: "Divê pêvajo zelal be, heger li pişt deriyan bimîne ev ne rast e."

Azbay tekez kir ku ji bo pêvajoyek serkeftî, divê hemû alî bi awayekî vekirî û şefaf tevbigerin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle