Em rê nadin kontrola esmanê Rojava bikeve destê Tirkiyê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dibêje, ku ew bi ti awayî qebûl nakin, ku esmanê navçeya aram di bin kontrola artêşa Tirkiyê de be.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dibêje, ku ew bi ti awayî qebûl nakin, ku esmanê navçeya aram di bin kontrola artêşa Tirkiyê de be.

 

Mezlûm Kobanî di daxuyaniyekê de ji medyaya xwecihî ya Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye, ku heya niha rêkeftin li ser hemû xalên damezrandina navçeyeke aram çê nebûye, û divê navçeya aram ji çemê Ferat heta çemê Dicleyê be.

 

Kobanî anî ziman, ku daxwaza Tirkiyê ya ji bo kontrolkirina esmanê navçeya aram hatiye redkirin, û ew bi ti awayî wê yekê qebûl nakin.

 

Fermandarê Giştî yê HSDê behsa wê yekê jî kiriye, ku Amerîka daxwazên wan dighîne Tirkiyê û herwiha daxwazên Tirkiyê jî dighînin wan.

 

Mezlûm Kobanî bal kişandiye ser wê yekê jî ku xelkê resen ê navçeyê dikarin vegerin ser mal û milkê xwe, lê xelkê deverên din ên Sûriyê, nabe li Navçeya Aram werin bicihkirin. Bi gotina Kobanî, kesên ku pêştir xelk êşandine, dê bêne dadgehîkirin.

 

Mezlûm Kobanî got jî, ew razî bûne ku di navbera Girê Sipî û Kobanî de, kûrahiya Navçeya Aram, bi qasî 14 kîlometran be.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Divê hêzên neyasayî ji Şingalê derkevin
Li Îranê di mehekê de 67 kes hatin bidarvekirin
Çima Neteweperwerî?
Wezîrê Perwerdeyê: Li her dera Sûriyeyê dibistanên bi Kurdî vedibin
Şam: Serdana Nêçîrvan Barzanî ji bo xurtkirina pêwendiyan gaveke girîng e