Em Necmettîn Buyukkaya û şehîdên berxwedana zîndana Dîyarbekirê bi rêzdarî bi bîr tînin

.

Buroya Ragehandinê ya Partîya  Welatparêzên Kurdistanê (PWK):
Em Necmettîn Buyukkaya û şehîdên berxwedana zîndana Dîyarbekirê bi rêzdarî bi bîr tînin
Welatperwerê Kurd Necmettîn Buyukkaya roja 24.01.1984ê de li Zîndana "5 Nolu" ya Amedê, ji alîyê Dewleta Tirk ve bi îşkenceyê hate qetil kirin.
Di meha çileya paşîn a sala 1984an de, di Zîndana Dîyarbekire de, welatperwerên di zîndanê de, li himberî zulmê serîhildan, berxwedanek destpêkirin. Di vê berxwedanê gelek welatper şehîd ketin.
Em di 41emîn salvegera şehadeta wan de, şehîdên çileya paşîn a 1984an , NECMETTÎN BUYUKKAYA, ORHAN KESKİN, CEMAL ARAT, YILMAZ DEMÎR, REMZÎ AYTURK û hemû welatperwerên ku di zîndanan de û di rêya azadîya Kurdistanê de şehîd ketine bi gramî bibîr tînin.

 

24.01.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya  Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide