Em êrîş û qetlîama Dewleta Tirkîyeyê ya li ser xelkê sivîl ê li Zaxoyê şermezar dikin

.

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) li ser bomberankirina seyrangeha gundê Perex a Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve daxûyaniyek da.

Daxuyaniya PAKê wiha ye: 

Em êrîş û qetlîama Dewleta Tirkîyeyê ya li ser xelkê sivîl ê li Zaxoyê şermezar dikin

Dewleta Tirkîyeyê  îro roja çarşemê , 20ê Tîrmeha 2022yan da, devereke geştyarîyê ya gundê Perexê yê ser bi nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ye topbaran kir û di encamê da 9 sivîlan jîyana xwe ji dest dane  û 23 sivîl jî birîndar bûne, ku hemû jî geştyar bûn.

Em vê êrîşa Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.

Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dawî li êrîş û dagirkirina xwe ya li Başûrê Kurdistanê bîne.

Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li serwerîya Parlamento,  Hikûmet û Serokatîya Herêma Federe ya Kurdistanê bigire.

PKK jî divê rêzê li serwerîya Parlamento,  Hikûmet û Serokatî û Hêza Pêşmerge ya Herêma Federe ya Kurdistanê bigire. PKK divê dev ji hemû çalakîyên xwe yên eskerî yen li Başûrê Kurdistanê berde û  ji êrîşên Dewleta Tirkîyeyê rê xweş neke.

Dewleta Tirkîyeyê divê dawî li  hemû êrîş û  operasyonên xwe yên  li Bakur, Başûr û  Rojavayê Kurdistanê bîne. PKK, divê dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî bîne.

Em bangî Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, Dewleta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê protesto bikin û li himberî van êrîş û dagirkirinan helwestê bigirin.

20.07.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive