‘Em dixwazin tecrubeya Amerîkayê veguhêzin Kurdistanê’

.

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê Amerîkayê tê kirin.

Berpirsa Beşa Lêkolîn û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Çinar Sed Ebdula jî beşdarî kongreyê dibe.

“Em dixwazin vê tecubeya dewlemend veguhêzin welatê xwe”

Çinar Sed Ebdulayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ragihand ku ku ev kongre ji bo hemû cîhanê bûyereke girîng e û got:

“Rast e, ev kongre ji bo Amerîkayê girîng e lê ji bo hemû cîhanê jî girîng e.

Beşdarbûna vê kongreyê ji bo me gelekî girîng bû çimkî li vê derê hinek welat hene ku di qonaxa destpêkê ya demokrasiyê de ne.

Em jî dixwazin beşdarî vê tecrubeya dewlemend bibin û vê tecrubeyê veguhêzin welatê xwe.”

NDI xebatên demokrasiyê dimeşîne û li gelek welatan şaxên wê hene.

NDIyê aliyên cuda yên Herêma Kurdistanê û her wiha ji cîhanê jî nûnerên partiyên siyasî vexwendine kongreyê.

“Vexwendina me nîşaneya girîgiya me ye”

Çinar Sed Ebdulayê vexwendina partiyên Herêma Kurdistanê wiha nirxand:

“Vexwendina me nîşanaya vê ye ku girîngiyê didin herêmê û em jî di xeleka wan a siyasî de ne.

Êdî dimîne li ser milê me bê em dê çawa hewl bidin vê têgihiştina wan bi kar bînin û bixin xizmeta herêmên xwe.

Ev jî derfeteke gelekî baş e çimkî em û senator, parlamentar û çalakvanan hevdû nas dikin û dibe ku ew sibe bibin xwediyên postên bilind û ev jî bi kêrî Kurdan û Kurdistanê were.”

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin.

Li gorî rapirsiya herî nû, Donald Trump ji sedî 46,7ê dengan û Kamala Harris jî ji sedî 48,2yê dengan distîne.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive