ÊLIH - Ji ber xwepêşandanên li dijî qeyûman 4 kes hatin girtin

.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê 4 kesên ku di xwepêşandanên li dijî tayînkirina qeyûm a li ser şaredariyê de hatibûn desteserkirin bi biryara dadgehê hatin girtin.

Roja duşemê bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî yên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin.

Xelkê Bakurê Kurdistanê wekî karvedana li dijî tayînkirina qeyûman dest bi xwepêşandanan kiriye û heta niha jî xwepêşandan didomin.

Hêzên ewlehiyê gelek caran mudaxele dikin û şkenceyê li xwepêşanderan dikin.

4ê mehê di xwepêşandanên li dijî qeyûm de li Êlihê rojnameger Mizgîn Sonuk, Yusuf Kaya ku polîsan lêdabû, endamê Meclisa Şaredariya Êlihê Ozdemîr Çelîk û Hevseroka Şaredariya bajarokê Awiskê yê navçeya Qubînê Hatîce Taş hatibûn desteserkirin.

Polîsan her çar kesên desteserkirî doh piştî karûbarên îfadeyê birin dadgehê hatin birin û dadgehê biryara girtina wan da.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê roja çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku di “bûyerên civakî” de ku mebest jê xwepêşandanên li dijî qeyûman in, li parêzgehên Mêrdîn, Êlih, Riha, Wan û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Antalya û Edeneyê yên Tirkiyeyê 140 kes hatine desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle