ÊLIH - Di navbera karsazên Başûr û Bakurê Kurdistanê de forumeke kar hat lidarxistin

.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di navbera karsazên Başûr û Bakurê Kurdistanê de forumeke kar hat lidarxistin.

Parêzgarê Êlihê ragihand ku peywendiyên bazirganî yên Êlihê bi Herêma Kurdistanê re gihiştine astekê lê ne li gorî daxwaza wan in û got:

"Niha geştyariya tenduristî heye û ligel Îraqê bi awayekî zindî ber bi pêş ve diçe lê divê em qadên nû jî li van zêde bikin.”

Roja Înê li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê forumeke bi navê “Foruma  Kar a Îraq û Tirkiyeyê” di navbera karsazên Bakur û Başûrê Kurdistanê de hat kirin.

Ew forum bi hevhanegiya parêzgariya Êlihê û hevkariya Odeya Bazirganî û Şaredariya Êlihê û Ajansa Geşedanê ya Dîcleyê hat saz kirin.

25 karsazên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî forumê bûn

Di forumê de 25 karsazên ji bajarên Zaxo, Dihok, Silêmanî û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê beşdar bûn.

Di bernameya forumê de ji Ofîsa Veberhênanê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Talha Înanç û Sekrterê Giştî yê Ajansa Geşedanê ya Dîcleyê derbarê derfetên veberhênanê yên li Êlihê de gotarek pêşkêş kirin.

Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp jî di forumê de axivî û ragihand ku ew dê 5 deverên nû yên Pîşesaziya Organîze li Êlihê vekin û bi vê yekê dê veberhêner zêdetir derfeta veberhênanê bibînin.

Canalp bal kişand ser bazirganiya Êlihê ya bi Başûrê Kurdistanê re û got, “Ligel Bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê) heta astekê bazirganiya me heye lê ev ne di wê astê de ye ku em dixwazin.”

Ekrem Canalp ragihand ku niha di navbera Başûrê Kurdistanê û Êlihê de geştyariya tendirustî ber bi pêşveçûnê ye lê divê qadên nû jî li wê bazirganiyê bên zêdekirin.

Di forumê mêvanên Herêma Kurdistanê û Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ferhat Nasiroglu jî axivîn.

Di beşa duyem a forumê de karsazên Herêma Kurdistan û Bakurê Kurdistanê li gel hejmarek karsazên Tirkiyeyê civiyan

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Mafê Êzidiyan e ku li cihên wan aramî hebe
Amerîkayê ji bo bêçekkirina Heşdî Şebî 3 hefte dem da Iraqê
Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal û tawanên berê bibin wane
Mîrê Kurdên Êzidî: Bila pêşniyar bibin gavên berbiçav
Jan Îlhan Kizilhan: Komkujiya Êzidiyan bi bêdengî berdewam dike