ÊLIH - 5 hezar lîreyan didin mexdûrên lehiyê

.

Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê bo her malbateke mexdûr a lehiyê yên li Êlihê û Zonguldakê 5 hezar lîreyên Tirkî wekî alîkarî bê dayîn ku dike 170 dolar.

Li Êliha Bakurê Kurdistanê û li bajarê Zonguldakê yê Tirkiyeyê û navçeya wê ya Eregliyê 20ê Çiriya Paşînê lehî rabû.

Ji ber lehiyê li taxa Seyîdan a Êlihê 4 kesên ji heman malbatê canê xwe ji dest da û hejmareke zêde ya xaniyên welatiyan di bin avê de man.

Lehiyê li Êlihê zerer û ziyaneke zêde ya maddî li pey xwe hişt.

Li bajarê Zonguldakê jî piştî baraneke bihêz lehî û bahoz rabû û bû sedema zerer û ziyanên canî û maddî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû mexdûrên lehiya Êlihê û Zongudakê dê bên qerebûkirin.

Piştî gotinên Erdogan, Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ya Tirkiyeyê Mahînur Ozdemîr Goktaşê îro li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ragihand ku dê li parêzgehên Êlih û Zonguldakê ji bo her maleke mexdûra lehiyê 5 hezar lîreyên Tirkî bê dayîn.

Mahînur Ozdemîr Goktaşê ragihand ku dê ew alîkarî bi rêya Weqfa Hevgirtin û Alîkariya Civakî li ser welatiyan bê dabeşkirin.

Bi gotina Mahînur Ozdemîr Goktaş li parêzgeha Êlihê bi giştî ji hezar 188 malên mexdûrên lehiyê re 5 milyon û 940 hezar lîre tên dayîn.

Herwiha  li navenda bajarê Zonguldakê  li ser 100 malan 500 hezar lîre tên dabeşkirin û li navçeya wê ya Ereglî jî li ser 311 malan milyonek û 555 hezar lîre pere wek alîkariya lehiyê tê dabeşkirin.

Kurdistan Haberleri

Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin
Xelkê Siwêdayê daxwaza vekişîna hêzên Şamê dike
Li Dêrsimê aşê gundê Elewiyan kirine mizgeft
Şeybanî: Em û HSDyê ji nêzîkbûna leşkerî derbasî çareserkirina pirsgirêkan bûn
Nêçîrvan Barzanî: Divê ne Zona Kesk û Zona Zer, tenê Zona Kurdistanê hebe