Elîf Şafakê piştgiriya Nûdem Dûrakê kiriye: Strîna stranan çawa dikarin bibin sûc?

.

Elîf Şafakê gotiye, “Nûdem Dûrakê ji ber bi kurdî stran strîne bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kirine. Xweîfadekirina bi zimanê dayika xwe çawa dibe sûc? Bila ev neheqî bidawî bibe.”

Nivîskar Elîf Şafakê ji bo stranbêja kurd Nûdem Dûrakê daxuyaniyek weşandiye.

Dûrak ji ber ku stranên kurdî strîne, di sala 2015an de hatibû girtin û bi îdiaya ku “endama rêxistina terorê ye” ew bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kiribûn.

Şafakê gotiye ku Nûdem Dûrak hunermendeke gelekî jîr û jêhatî ye: “Nûdem Dûrak jineke wisa ye ku li dijî gelek zehmetiyan li ber xwe daye. Ji ber bi kurdî stran strîne, bi 19 sal cezayê girtîgehê ceza kirine. Xweîfadekirina bi zimanê dayika xwe çawa dibe sûc? Ez hêvî dikim ev neheqî bidawî bibe, bila azad bibe.”

Gelek navdaran piştgiriya Dûrakê kiribû

Nûdem Dûrak niha li Girtîgeha Tîpa Myê ya Baybûrtê tê girtin. Beriya niha nivîskar Ece Temelkûran, Pinar Selek û Asli Erdogan jî di nav de komeke navdaran ji bo azadiya Dûrakê kampanyayek dabû destpêkirin. Xelatgira Nobelê nivîskara fransizî Annie Ernaux, vokalîstê koma Pink Floydê Roger Waters, lîstikvanê Hollywoodê Mark Rûfallo û filozof Noam Chomsky jî di nav de gelek kesan piştgirî dabûn kampanyayê

Kurdistan Haberleri

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê
Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin
CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin