Elî Teter: Şûnwar dîroka gelê me vedibêjin

.

 Parêzgarê Dihokê da zanîn, li Herêma Kurdistanê gelek şûnwarên bi nav û deng hene, ji şikefta Şander Z û heta bi sedan şûnwarên din ên giring.”

Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro 19ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got: “Tevî pirsgirêkan, me dest ji karê xwe bernedaye û me bi taybetî ji bo şûnwarên ku li Kurdistanê hene, kar û xebat berdewam kirin.” Herwiha got:  “Heger şûnwarek têk biçe, berdêla wê nîne.”

Elî Tetet dibêje: “Pêwîst e em şûnwaran biparêzin û bi şêweyekî serdemiyane nûjen. Ji Şikefta Şander Z bigire heya bi sedan cihên din ên girîngtir, ew hemû çavkaniyên girîng ên ku di destê me de ne, ew di binê erdê de ne û em dikarin wan bi awayên din sûdê jê werbigirin.”

Herwiha Parêzgarê Dihokê got:"Hêvîdar im em karibin bi awayekî zanistî kar li ser wan şûnwaran bikin. Di qonaxa yekem de wek destpêk, em ê van şûnwaran derxin holê û dîroka xwe wekî dîroka cîhanê binivîsin.”

Pêştir jî, Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî aşkere kiribû, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, salane 900 milyon dînar ji bo pêşxistin, parastin û nûjenkirina navçeyên şûnwarî tên terxankirin û bi seden projeyên taybet bi arkeolojîkê tên cibicîkirin.

K24

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin