El-Sadiqûn: Cihê leşkerên Tirk li Iraqê nemaye

.

Nûnerê Fraksiyona El-Sadiqûn yê li Parlamentoya Iraqê tekez kir, ku Iraq bi tundî li dijî hebûna hêzên artêşa Tirkiyê ye.  

Parlamenterê Fraksiyona El-Sadiqûn Refîq El-Salihî di daxuyaniya xwe ya îro de got: 

“Parlamentoyê berê tekezî li ser wê yekê kiribû ku divê hebûna hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê bi dawî were. Serê pêşîn hêzên Amerîkayê û yên Tirkiyeyê.”

Salihî di berdewamiya axaftina xwe de got: 

“Ev biryara dawî ye û ji danûstandin û rêkeftina siyasî re ne vekirî ye.”

Salihî her wiha got, “Em li hemberî hebûna leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê nerazîbûneke berfireh a siyasî û gel dibînin. Ev rewş binpêkirina eşkere ya serweriya neteweyî ya Iraqê ye.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle