Ekrem Îmamoglu: Hêvî dikim welatiyên Kurd dersa Kurdî hilbijêrin

.

Şaredarê Stenbolê ji bo hilbijartina dersa Kurdî bang li Kurdan kir: Hêvîdar im Kurdên eleqedarê vê dersê ne, herin xwe tomar bikin.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê ya derbarê hilbijartina dersa Kurdî de got: Hêvî dikim her welatiyên Kurd ku eleqeya wan li ser vê dersê hebe bila herin vê dersa Kurdî hilbijêrin û xwe lê tomar bikin.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser pirsa peyamnêrê Kurdistan24ê derbarê hilbijartina dersa Kurdî de got: “Mafê her welatiyê ku li Komara Tirkiyeyê dijî heye ku zimanê xwe fêr bibe. Ev mafê welatîbûnê ye. Her welatyek azad e ku li gor baweriya xwe bijî. Wezareta Perwerdehiyê ku derseke bijarte ya Kurdî cîh dabe bernameya xwe ev gaveke baş e û ez wan pîroz dikim.”

Ekrem Îmamoglu herwiha got: “Ez hêvî dikim welatiyên Kurd yên eleqeya wan li ser vê derse hebin, bila here vê derse hilbijêrin û xwe lê tomar bikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî