Ehmed Şera: Em rê nadin Sûriye parçe bibe

.

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê dike û ev pêngav wek "dîrokî û wêrek" bi nav kir. Şera herwiha teqez kir, ew rê nadin Sûriye parçe bibe.

Serokê Sûriyê herwiha destnîşan kir: "Em rê nadin Sûriya parçe bibe û êdî Sûriya nabe qada parvekirina desthilatê." Wî zêde kir: "Em rê nadin vejiyandina vegotinên rejîma berê, Sûriya ji bo hemû Sûriyan e."

Ev daxuyanî piştî civîneke girîng tê, Şera duh 14ê Gulanê li Erebistana Siûdî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cînişînê Siûdî Mihemed Bin Selman re, derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê de civiyabû. Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayekî online beşdarî civînê bûbû.

Roja 13ê Gulanê jî, Trump di dema Korbenda Veberhênanê ya Siûdî-Amerîkî de li Riyadê, Paytexta Siûdiyê ragihandibû: "Piştî gotûbêjên min ligel Mihemed Bin Selman û li ser daxwaza wan, em cezayan li ser Sûriyeyê radikin û derfeteke nû didinê."

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle